Dihok | Di qezayeke trafîkê de ajokarê otomobîlekê canê xwe ji dest da
PeyamaKurd – Îro 02.11.2024an li navçeya Berdereşê ya Dihokê qezeyeke trafîkê çêbû û ajokarê otomobîlekê canê xwe ji dest da.
Derbarê qezeyê de berdevkê trafîka Dihokê Azad Teha ragehand, îro li ser rêya serekî ya Berdereş-Kelekê li duryana heman deverê qezeyeke giran a trafîkê di navbera otomobîl û kamyoneke barhilgir de çêbû.
Wî her wiha ragihand: “Ji ber vê qezeyê ajokarê otomobîlê canê xwe ji dest da û cendekê wî ji bo bijîşkiya dadî hate veguhestin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin