Di encama qezayeke trafîkê de kesek mir 7 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd -Di encama qezayeke trafîkê ya li sînorê bajarê Hewlêrê de, do kesekî can da, 7 kes jî birîndar bûn.
Li gor Berdevkê Rêveberiya Polîsê Hatûçûna Hewlêrê Fazil Hacî diyar kir: ‘‘ Di saet 18:00an de, li ser rêya Cejnîkan û Ziraretê ya li sînorê Hewlêrê ku rêyeke take şerîdî ye, sê wesayîtan li hev dan û di encamê de kesekî can da, 7 kes jî birîndar bûn.
Herwiha da zanîn, sedema bûyerê ji ber şofêrê wesayîtekê xwestiye wesayîta din derbas bike û pişt re nikare vegere ser şerîda xwe û xwe bi wesayîta din daye ku hember wî dihat û wergeriya ye û pişt re li pîkabeke din jî daye ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin