Li Enqerê qezayeke trafîkê: 6 kes mirin!
PeyamaKurd- Li Aksarayê li duryana Enqere-Aksarayê, otobûseke rêwiyan ji rê derket û di kaşekî bilind de kete xwarê. Di encama bûyerê de 6 rêwî mirin û 39 rêwî jî birîndar bûn.
Qeza du nîvê şevê seet li nêzîkî 04:30î çêbû. Li gorî îddayê, otobûsa SEÇ TURISMê ya rêwiyan ya ku ajovanê wê Mahmût Tuşkul bû ji Enqerê rabûbû û ber bi Aksarayê ve diçû. Piştî ku hate nêzîkî Aksarayê, ajovanê wê qontrola otobûsê winda kir û otobûs di kêş de çû xwarê.
Piştî qezayê gelek ambûlans derbasî herêmê bûn. Ekîbên tendurustiyê tespît kirin ku yek jê zarok 6 kes mirine û 39 kes jî birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneyan û di derbarê qezayê de lêprisîn hate destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin