Li qezayeke Hewlêrê, masînek hat bombekirin: Mirî û birîndar hene!

17 October 2023 13:30 0 dîtin
Li qezayeke Hewlêrê, masînek hat bombekirin: Mirî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Rûdawê, li qezaya Koyeyê ya Hewlêrê maşînek bû hedefa dronekê û hat diyarkirin ku di encama bombardumanê de mirî û birîndar hene.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku maşîneke taybet ku li pişt Çiyayê Heybet Sultanê yê qezaya Koyeyê di rê de bûye, ji aliyê dronekê ve rastî êrîşa bombeyî hatiye û di encamê de kesek can daye û kesek jî birîndar bûye.

Her wiha heta niha di derbarê nasnameya kesên di maşînê de agahî nehatin parvekirin û hîn di derbarê aîdbûna dronê de jî agahî nehatine bidestxistin.