Li Wanê qezaya trafîkê 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Ji ber rêya bi cemed li Bajarê Wanê otobûsekya rêwiyan şemitî. Di encamêde 2 rêwiyên otobûsê jiyana xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.
Otobûsa ku îro berê sibehê seet li derdora 04:30an de ji ser rêya sereke ya Erciş û Wanê derbas dibû li herêma Tasmaliyê ji ber buzê şemitî û bêhemd qulibî. Di bûyera qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jê giran 21 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyera qezayê gelek ambulans, tîmên tendirustî û cendirme bo herêmê hatin sewkirin. Birîndar bi ambulansan sewkî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Zanîngeha Wanê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin