Li Qahireyê di qezaya trênê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan

27 February 2019 17:21 0 dîtin
Li Qahireyê di qezaya trênê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Li îstasyona trênê ya li paytextê Misrê Qahîreyê, şewat derket. Di şewatê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Misirê Qahîreyê li Îstasyona trênê şewat derket. Di şewatê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn. Li gorî medyaya herêmê ya Misrê piştî şewatê gelek maşîneyên agirkujê û ambulans çûn cihê şewatê. Hat diyar kirin ku li îstasyonê 2 trên li hev qelibîne û piştî qezayê şewat derketiye. Lê bi awayekî fermî sedema şewatê nehat diyarkirin.