Kerkûk | Di encama rûdaneke trafîkê de ciwanekî can da

15 March 2021 12:31 0 dîtin
Kerkûk | Di encama rûdaneke trafîkê de ciwanekî can da

PeyamaKurd –Li Kerkûkê, hemwelatiyekî ciwan di bin otomobîlekê de ma û ji ber wê jî can da. Herwiha şofêr jî, ji cihê bûyerê reviya.

Li gor efserê odeya ragihandinê ya rêveberiya polîsê çûnûhatina Kerkûkê Usame Mihemed diyar kiriye: ‘‘Şeva borî, li taxa Eskerî ya bajarê Kerkûkê, hemwelatiyekî ciwan di bin otomobîlekê de ma û ji ber wê jî can da.’’

Herwiha wî efserî daye zanîn: ‘‘Îro 15.03.2021ê bo girtina wî şofêrî, tîm hatine pêkanîn û hewldanên me jî zêde ne.’’

Usame Mihemed destnîşan kiriye: ‘‘Di heyama du meh û nîvên borî de, ev yekem bûyere ku, şofêr direve.’’