Di encama sewata li kampeke awereyan de 3 zarok û dayîka wan sewitîn
PeyamaKurd – Li kampeke awareyan a li Enbarê, 3 zarok û dayîka wan şewitîn û du zarokên din ên heman malbatê hatin rizgarkirin.
Li gor Berevaniya Şaristanî ya Iraqê diyar kir, agir li nêzîkî bajarê Rumadî li şeş karavanên awareyan ketiye û di encama şewatê de 3 zarok û dayika wan can dane.
Berevaniya Şaristanî ya Iraqê da zanîn, agirê ku li sandvîç panela karavanê ketiye temirandine. Herwiha li ser bikaranîna wê madeyê, ji bo xaniyan hişyarî daye ku sandvîç panel madeyeke gelek zû agir digre ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin