Di enkaza balafirê de her deh cesedan dîtin

25 August 2023 22:37 0 dîtin
Di enkaza balafirê de her deh cesedan dîtin

PeyamaKurd – Komîta Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku balafira li Tverê ket, ji enkaza wê cesedên 10 kesan derxistine. Komîte ragihand ku lêpirsîna li ser jeta taybet bi hûrayî dewam dike. Qutiya balafirê ya reş jî dîtine û komîte weha dewam kir:

“Ji bo tesbîta her tiştî me dest danî ser temamê eşya û belgeyan. Tehlîlên edlî tev tên kirin. Di çarçova lêpirsînê de tiştên ku jiyane wê temamê wan bi hezir bên kontrol kirin. Cesedê 10 kesan hat dîtin û ji bo tesbîta nasnama wan testên genetîk tên kirin.”

Hatibû ragihandin ku di balafira taybet ya ketî de serokê Wagnerê Prigojin jî hebûye.