Di nav taximê xwedanîna balafirê de cesedekî hat dîtin

24 December 2022 17:36 0 dîtin
Di nav taximê xwedanîna balafirê de cesedekî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Îngîltere li balafirgeha Gatwickê, balafira ku ji welatê Gambiyayê diçû Îngîltere, di nav taximê xwedanîna balafirê de, cesedekî hat dîtin. Wexta rêwîtiya balafirê ji Gambiyayê heya Îngîltere 6 siet û 30 deqeye û serma hewayê li dora -50 dereceye.

Li gor ragihandina BBC yê; polîsê Sussex, ragihandiye ku di 7 ê kanûnê de balafir ji payîtexta Ganbiyayê ji Banjulê bi hewa ketiye û xwe daniye balafirgeha li Sussexê ya bi navê Gatwickê û di nav taxima xwedanînê de cesed hatiye dîtin. Polîs ragihandiye ku lêpirsînê destpêkirine û wê di mijarê deraporekî amade bikin.

Berdevkekî balafirgehê bûyerê bi mexgînî binav kiriye û ji bo malbata mirî û hevalên wî sersaxiyê xwestiye.

Berdevkekî hukumeta Gambiyayê ragihandiye ku kesê jiyana xwe ji dest daye, zilamekî reşike.