Almanya dê hevdîtinên teknîkî yên balafirên Eurofighterê bi Tirkiyê re bike

11 October 2024 23:17 0 dîtin
Almanya dê hevdîtinên teknîkî yên balafirên Eurofighterê bi Tirkiyê re bike

PeyamaKurd – Tirkiye dixwest ji DYAyê bafirên F-35 yên nesla nûh bikire lê DYAyê rê neda Tirkiyê û Tirkiyê ji hilberîna balafirên F-35an derxist. Paşî Tirkiye û DYA dest bi hevdîtinên ji bo kirîn û nûjenkirina F-16an kirin lê heya niha negihane ti encamê.

Ji ber bêçareyiya Tirkiyê, demekiye Tirkiye dixwaze ji YE yê balafirên Eurofighter Typhoon bikire lê di nav Yekîtiya Ewrûpayê de Almanya nedixwest balariran bifroşe Tirkiyê. Niha Almanya rê da ku bi Tirkiyê re li ser balafiran dan û sitendinên teknîkî bikin.

Ji Îngiltere, Îtalya, Îspanya û Almanya heyetekî teknîkî çû Tirkiyê û bende ne ku hevdîtinên teknîkî 3 hefte dewam bikin. Tirkiye dixwest ku 24 heb balafirên Eurofighter Typoon bikire û ger li hev bikin wê jimara balafiran derê 40 hebî. Eurofighter Typoon ji aliyê 4 dewletên Ewrûpa de tê hilberîn û wekî konsorsiyum dixebitin.

Berdevkê hukumeta Almanya Wolfgang Büchner, li Berlînê di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê serokwezîrê Almanya Scholz, hefta pêşiya me, di 19ê Cotmehê de seredana Tirkiyê bike, li Îstenbolê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hevdîtin bike û piştî hevdîtinê, dê civîna çapemeniyê bikin.