Almanya îznê da Polonya ku 5 balafirên Mig-29 îxracî Ûkrayna bike
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Almanyayê Boris Pistorius îznê da ku Polonya ji stokên Almanya Rojhilat yên artêşa netewî ya gel (NVA) 5 heb MİG-29 balafirên şer îxracê Ûkrayna bike. Pistorius, ragihand ku daxwaz îro gihaye wan û Almanya di heman rojê de îznê daye.
Di sala 1990an de, piştî her dû Almanya bûn yek, Almanya mezin ji stokên Almanya Rojhilat ji yên artêşa netewî ya gel ya Almanya Rojhilat 24 heb Mig-29 balafirên şer teslîm sitendibû û di sala 2004an de dewrî Polonyayê kiribû. Ji wan balafiran yek jê qeza kiribû, yek di muzê de tê pêşandan.
Ji bo Polonya karibe balafirê îxracê welatekî dinê bike, pêwistî bi îzna Almanya heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin