Di êrîsa çekdarî de 4 mirî û 3 birîndar çêbûn

28 December 2021 23:12 0 dîtin
Di êrîsa çekdarî de 4 mirî û 3 birîndar çêbûn

PeyamaKurd – Li welatê Amerîkayê li eyaleta Coloradoyê li bajarê Denverê kesekî çekdar êrîşê ser xelkê kir. Di encamê de 4 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de yek jê polîse. Rêvebirê polîsê Denverê Paul Pazen ragihand ku ji 4 ciyan de dengê sîlihan hatiye û çûne ciyê bûyerê.

Di êrîşa ewil de 2 ji wan jin 3 kes mirine. Di êrîşa din de  kesekî din hatiye kuştin. Kesê êrîşker ji aliyê polîs de hatiye girtin lê paşî ji ereba polîs reviyaye û dibe reviyabe Lakewoodê.

Berdevkê polîsê Lakewoodê John Romero, ragihand ku ber destê êvarê êrîşê ciyê karsazekî kiriye û di bûyerê de kesekî miriye. Polîs çûye ciyê bûyerê û êrîşker bi polîs re şer kiriye. Di bûyerê de polîsekî giran birîndar bûye û wî birine nexweşxanê. Êrîşker li ciyê bûyerê hatiye kuştin.