Di merasima cenaze de êrîsa çekdarî: 1 mirî û 13 birîndar hene

14 December 2021 02:00 0 dîtin
Di merasima cenaze de êrîsa çekdarî: 1 mirî û 13 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta teksasê di merasima cenazeyekî de kesekî bi çek êrîşê merasimê kir û di encamê de kesekî mir û 13 kes birîndar bûn ku di nav wan de yên birîna wan xedare hene.

Êrîş li bajarê Houstonê pêk hat û jinekî 20 salî di êrîşê de mir. Birîndarên ku di nav wan de birînên wan yên xedar hene, birin nexweşxaneyên nêz ji bo dermankirinê.

Şerîfê herêma Harrisê Ed Gonzales di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku kujer bi erebê xwe nêzî mersimê kiriye û kesên di merasimê de gulebaran kiriye.