Li Almanyayê êrîsa çekdarî: 8 mirî, 7 birîndar

10 March 2023 12:06 0 dîtin
Li Almanyayê êrîsa çekdarî: 8 mirî, 7 birîndar

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên destpêkê li bajarê Hambûrg ê Almanyayê di êrîşa çekdarî ya li dijî dêrê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê li dêrekê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Ekîbên polîsan ji bo girtina êrîşkar an jî êrîşkaran lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.

Heta niha tu agahî li ser ku bûyer êrîşeke terorîstî ye yan na, nehatiye danîn.