Di êrîsa çekdarî de kesekî hat kustin û yek jî birîndar bû

23 March 2022 01:45 0 dîtin
Di êrîsa çekdarî de kesekî hat kustin û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Entabê di dukkana berberekî de êrîşekî çekdarî pêk hat û di encamê de karkerê fabrîkê yê bi navê Yasin Demir (25) jiyana xwe ji dest da û hevalê wî Muhammet Can li nexweşxanê di beşa hûrlênêrînê de têkoşîna jiyanê dide.

Bûyer li taxa Firatê çêbû. Li gor ragihandina medyayê; du heval çûn dukkana berber û kesekî li ser motorosîletê siwar û nasnameya wî nediyar bi çek li wan xist. Yasin Demir û hevalê wî bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya bi navê Abdulkadir Yüksel. Yasin Demir li nexweşxanê can da û hevalê wî di beşa hûrlênêrînê de ye.

Hat ragihandin ku polîs nasnama êrîşker an ku êrîşkeran tesbît kiriye û ji bo desteserkirinê dest bi xebatê kiriye.