Di êrîsa hewayî ya artêsa Tirk de 4 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bê mirov ên li Qamişlo de 4 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker (SÎHA) êrîşî gundekî girêdayî navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo yê Rojava kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di êrîşa li gundê Xirbe Xwe de 4 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.
Li aliyê din HSDê ragihand, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kir, ew ê hemû detayên êrîşê eşkere bikin.
Tirkiye di mehên dawî de êrîşên SÎHAyê li dijî Rojava û herêmên di bin kontrola HSDê de pêk tîne.
Di van êrîşan de gelek kesan can dan û birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin