Di êrîsa Sûriyê ya ser Idlibê de 3 sîvîl mirin,6 birîndar hene

06 October 2023 23:53 0 dîtin
Di êrîsa Sûriyê ya ser Idlibê de 3 sîvîl mirin,6 birîndar hene

PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê êrîşê ser navenda bajarê Idlibê kir, di encamê de 3 sîvîl mirin û 6 sîvîl birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxanan. Balafirên şer yên Rûsyayê jî destekê dan Sûriyê.

Li gor agahiyên ku ‘Baretiyên Sipî’ dane; artêşa Sûriyê li navça Setrakibê bicîhe û ji wê derê bi sîlihan di bejahiyê de li navenda Idlibê, li taxên Dubayt, Sevre û Taxa Nû xistiye.

Di heman demê de balafirên Rûsyayê ji balafirgeha Lazkiyê ya bi navê Himeymimê bi hewa ketine û devera Ereb Seîdê bombebaran kirine. Jimara mirî an birîndaran nehat ragihandin.

Îro jimara miriyên êrîşên Sûriyê û Rûsyayê li Idlibê û gundên Helebê gihaye 6 kesan û jimara birîndarn gihaye 36an.