Di êrîsa Tirkiyê çekdarekî YPGê jiyana xwe ji dest da!
PeyamaKurd- Artêşa Tirkiyê hinek çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li Kobaniyê ku nêzîkî tixûbê Tirkiyê ne, topbaran kirin. Di encamê topbaranê de çekdarekî YPGê jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê bûyerê de Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku Tirkiyê di 28ê Cotmehê de li herêma Kobaniyê li gundê Zor Maxarê li dijî çeperên YPGê topbaran kiriye. Di encama topbaranê de çekdarekî YPGê jiyana xwe ji dest daye.
Berî niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku ew ê li Sûriyê êrîşî Rojhilatê Firatê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin