Du leskerên Tirkiyê di êrîsa YPGê de hatin kustin

27 July 2022 10:01 0 dîtin
Du leskerên Tirkiyê di êrîsa YPGê de hatin kustin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li bakurê Sûriyê du leşkerên wan di êrîşa YPGê de hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da zanîn, do di êrîşeke YPGê de du leşkerên wan li bakurê Sûriyê birîndar bûn û piştî wan vediguhezin nexweşxaneyê, can didin.

Herwiha do Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyeke din de gotibû, 7 şervanên YPGê di êrîşa wan de hatine kuştin.

Hat zanîn, do jî di êrîşên dronên Tirkiyê de li Girê Spî û Eyn Îsayê serkirdeyekî HSDê can dabû û du sivîl jî birîndar bibûn.