Di êrîsên Îsraîlê de heya niha 122 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Êrîşên hewayî yên Îsraîlê bo ser Xezzayê dewam dikin. Artêşa Îsraîlê ji hewa û bejayiyê li herêmê dixe. Ji destpêka operasyonê heya niha Îsraîlê ji 600 caran zêdetir êrîşên hewayî biriye ser Xezzayê.
Neteweyên Yekgirtî ragihand ku di ser 200 xaniyan de hatine xerab kirin û herî kêm 3 apratmanên bilind hatine hilweşandin.
Di êrîşan de 122 kes heya niha mirine ku di nav wan de 31 zarok û 20 jin hene. Ji 900 kesan zêdetir kes birîndar bûne. Li Xezzayê êrîş dewam dikin û li Şerîa Rojava dibe xwepêşandan destpêbikin.
Fîlîstînî bo xwepêşandanan derketin kuçe û kolanan û Îsraîlê protesto dikin. Li El Xelîlê di navbera artêşa Îsraîlê û Fîlîstîniyan de şer derket û 7 Fîlîstînî hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin