Di fabrika kîmyewî de teqîn: 72 kes bi jehrê ketin
PeyamaKurd – Li Îranê gelek caran di farîkên kîmyewî de teqîn çêdibin û dibin sedema mirin, birîndarî û jehrbûna mirovan. Teqîna di fabrîkê de îro li, eyaleta Fars li bajarê Fîrûzabadê çêbû, 72 kes bi jehra xaza fabrîkê ketin û wan birin nexweşxanê.
Teqîn di fabrika sodyum Karbonatê di depoya amonyakê de çêbû. Rêvebirê masa krîzê ya eyaleta Fars Xelîl Abdûllahî ragihand ku di teqînê de kes nemiriye lê 72 kes bi bandora jehra xazê birine nexweşxanê.
Rêvebirê Heyva Sor ya eyaleta Fars Huseyn Derwêş ragihand ku bi sedema xaz jehrê belav dike, der û dora fabrîkê ji bo çûnûhatê hatiye girtin û weha got:
“Heya niha ji ber xaza bi jehrê 72 kes birîndar bûn. Ji bo bûyer mezin nebe, rêyên diçin fabrîkê temamên wan hatin girtin.”
Sedema teqînê nehat zanîn û niha tîmên îtfaiyê agir vedimrînin û hem fabrîkê ji xazên jehrê paqij dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin