Di ferîbotê de teqîn çêbû: 335 rêwî tê de hene
PeyamaKurd- Di Behra Baltikê ya Rûsya de, di ferîbotekî de teqîn çêbû û bi sedan kes asê man. Ferîbot ji bajarê Almanya ji Kielê diçû Klaipedayê. Tîmên rizgarkirinê yên Rûsya û Lîtwanyayê dest bi xebata rizgarkirinê kirin.
Berpirsên Rûs gotin ku di ferîbota ku ya Lîtwanya ye de, di daîra makînê de teqîn çêbûye. Di ferîbotê de 37 xebatkar û 335 kes jî rêwî ne. Artêşa Lîtwanyayê helîkopter şand deverê û got ku agir bi ferîbotê ketiye.
Şîrketa Danimarkayê ya bi navê DFDS SEAWAYS ragihand ku di feribota bi navê "The Regina Seaways" şewat derneketiye, birîndar tine ne û bo tehliyekirina kesên di ferîbotê de amadekarî destpêkirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin