Di galeriya madenê de roxandin çêbû, 10 kes mirin

23 February 2020 00:42 0 dîtin
Di galeriya madenê de roxandin çêbû, 10 kes mirin

PeyamaKurd- Li welatê Pakistanê li herêma Bûnerê li bajarê Xeyber Paxtûnxewayê bi sedema erd heziya, ocaxa madenê roxiya. Di madenê de 10 karker jiyana xwe ji dest dan û 7 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina beşa alîkariyê; di dema bûyerê de li dora 30 karker xebatê dikirin. Piştî lêgerîna piştî bûyerê, gihane cenazê 10 karkeran, 7 karkeran birîndar rizgar kirine û şubhê dikin ku 14 kes di bin axê de mabin. Birîndaran birine nexweşxaneyên Peşawerê û li 3 nexweşxaneyan belav kirine.