Di galeriya madenê de roxandin çêbû: 10 mirî û 7 birîndar

24 July 2022 00:30 0 dîtin
Di galeriya madenê de roxandin çêbû: 10 mirî û 7 birîndar

PeyamaKurd – Li welatê Çînê li eyaleta Gansûyê li bajarê Baiyinê, li devera Jingtaiyê di galeriya madena komirê de roxandin çêbû û di encamê de 10 kes mirin û 7 kes birîndar bûn. Piştî bûyerê gelek tîmên tenduristiyê û tîmên polîsan çûn ciyê bûyerê û dest bi lêgerîn û rizgarkirina karkeran kirin. Di galeriya madenê de 7 karkerên birîndar bi temamî 16 karker bi saxî hatin rizgarkirin lê xwe gihandin cesedên 10 karkeran.

Rêvebir ragihandin ku di bin enqaza madenê de 17 karkerên din jî hene û ji bo rizgarkirina wan xebat dewam dike.