Di ocaxa madenê de roxandin çêbû: Kesekî mir û 30 kes di bin enqazê de ne

04 June 2024 21:31 0 dîtin
Di ocaxa madenê de roxandin çêbû: Kesekî mir û 30 kes di bin enqazê de ne

PeyamaKurd –Li welatê Qit’a Afrîkayê li Nîjeryayê di ocaxa madenê de di bîra wê de roxandin çêbû û di encamê de kesekî mir û niha 30 kes di bin enqazê de ne.

Hat ragihandin ku li devera Şîroro bi sedema barana zêde bîra di madenê de hilweşiyaye. Lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin enqazê de dewam dike.

Ragihandin ji aliyê rêvebirê Ajansa Rewşa Lezgîn Abdullah Baba Arah de hat kirin. Berpirsê ocaxê İbrahim İshaku ji bo rojnama cîh ragihandiye ku kesekî miriye û 30 kes di bin enqazan de mane. Lê heya niha 6 kesan ji bin enqazan derxistine.