Li bajarê Bartinê di ocaxa madenê de teqîn çêbû

14 October 2022 23:03 0 dîtin
Li bajarê Bartinê di ocaxa madenê de teqîn çêbû

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Bartinê li navça Amasrayê di ocaxa komirê de teqîna xazê çêbû. Li ser teqînê tîmên pêwendîdar tev çûn ciyê bûyerê. Parêzgeriya Bartinê bûyerê weha ragihand:

“Heya niha 6 birîndar ji binê erdê derketin. Xebata rizgarkirina karkerên di ocaxê de mane dewam dike. Teqîn siet di 18.15 an de çêbûye. Tîmên AFAD ê, îtfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Niha 300 metre di bin erdê de 44 kes û di 350 metreyan de 5 kes hene. Ji bo rizgarkirina karkeran xebat dewam dikin.”

Maqamên fermî radigihînin ku bila kes bi gotinên di bazarê de bawerî neyne û wê li ser her pêşdeçûnekî hukumet an kesên pêwendîdar agahiyan bide raya giştî.