Soylu: Di teqîna kana madenê ya Bartinê de 40 kesan can dan

15 October 2022 14:00 0 dîtin
Soylu: Di teqîna kana madenê ya Bartinê de 40 kesan can dan

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi daxuyaniyekê diyar kir, di teqîna kana madenê ya Bartinê de 40 kesan can dan.

Suleyman Soylu li cihê bûyerê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, di encama teqîna kana madenê ya Bartinê de 40 kesan can dan û got: “11 birîndarên me li nexweşxaneyan in. Ji 6 birîndar li Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakura ne, 3 li Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê û 2 jî li nexweşxaneyên taybet in. Birîndarek jî ji nexweşxaneyê bo malê hat veguhestin.”

Herwiha Soylu eşkere kir: “Me hêvî dikir em vê daxuyaniyê bêyî ku qurbanî hebin bidin. Lê belê di xebatên ku ji wê demê ve hatin kirin de seferberiyeke mezin di binê erdê de 350 metreyan û kedeke mezin ji aliyê hemû hevalan ve hate kirin. Serê sibê di demjimêr 07:30an piştî daxuyaniya 26 şehîdên me yên ku bi şev belav kir, 14 şehîdên din jî tevlê bûn. Yanî 40 şehîdên me hene.”

Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Derbarê yek ji karkerên me de nezelaliyek heye. Nasnameyên 40 karkerên me yên madenê hatin diyarkirin. Piştî demekê em ê nasnameya 14 karkerên madenê yên mayî jî bi raya giştî re parve bikin.”