Daxuyaniya Soylu ya li ser teqîna li Diyarbekirê

16 December 2022 14:59 0 dîtin
Daxuyaniya Soylu ya li ser teqîna li Diyarbekirê

PeyamaKurd Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu derbarê teqîna ku li Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîta trafîkê ya ku polês tê de bû de daxuyanî da.

Soylu da zanîn, 5 kesên ku hat diyarkirin bersûcên bûyerê ne hatin binçavkirin û got, kesê ku lêpirsîn lê hat kirin qebûl kir ku wesayit aniye vir û bombe daniye. Kesê di sala 2004an de dema birayê wî di nav rêxistina terorê de bû ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve hat bêbandorkirin."

Soylu pirsên rojnamegeran bersivand û got, bombe bi ji dûr ve hatiye teqandin û wesayît hatiye kirêkirin. Rojnamegerê ku li ser cureya bombeyê pirsek kir wiha bersiv da, "Piştî nirxandinê cureya bombeyê tê ragihandin. Hûn ji min çêtir hûrguliyan dizanin."

Soylu got: "Di nava saetekê de Midûriyeta Emniyeta me ya Diyarbekirê hem kesê ku ev maşîne li vir hiştiye û hem jî yê ku bombe li ser rêya Licê bi cih kiriye de girtin. Di cih de lêpirsîn li wan hat vekirin û kesê lêpirsîn li wan hat vekirin qebûl kir ku maşîne aniye vir û bombe daniye.

Kesê ku di sala 2004an de dema birayê wî di nav rêxistina terorê de bû ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve hat bêbandorkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 5 kes niha di binçavan de ne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wê operasyona me berdewam bike. Em ê derfetê nedin rêxistinên terorê yên ku dixwazin aramiya me xera bikin. Ev têkoşîn wê heta dawiyê bidome. Rojhilat û başûr wê dewlemend bin. PKK wê tine bibe, têkoşîna me wê bidome."