Di hezazê de 33 kesan can da, 55 kes jî winda ne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara mirinên hezaza li welatê Ekvador ê Başûrê Afrîkayê gihîştiye 33 kesan û 55 kes jî winda ne.
Li gorî berpirsên hikûmeta Ekvadorê hejmara mirinên hezaza 27ê Adarê li bajaroka Alausî ya eyaleta Chimborazoyê rû dabû, gihîştiye 33 kesan û lêgerîna 55 kesên winda jî dewam dike.
Herwiha hejmara welatiyên ji ber hezazê bêmal mane jî gihîştiye 1034 kesan ku 57 xanî di hezazê de bi temamî rûxiyane.
Piştî hezazê 30ê Adarê li herêmê rewşa lezgîn hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin