Di hilbijartinên Jûra Bazirganî û Pîsesaziya Diyarbekirê de Lîsteya Kesk bi ser ket
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina encamên hilbijartinên Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê, Lîsteya Kesk bi ser ket. Hat ragihandin ku bi vî awayî Serokê Berê yê Jûrê Mehmet Kaya, car din wekî Serokê Jûrê hatiye hilbijartin.
Di hilbijartina ku bi hezaran karsaz û xwediyên kompaniyan ji bo rêveberiyeke nû deng bi kar hanîn de herdu lîsteyên Şîn û Kesk ku ji 16 grûban pêk dihatin, ketin pêşbaziyê û hat ragihandin ku di encama van hilbijartinan de Serokê niha yê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya dîsa wekî serok hatiye hilbijartin.
Serokê Jûrê Mehmet Kaya da zanîn ku ew ê di xizmeta xelkê Diyarbekirê de berdewam bin û ji bo daxwazên di berjewendiya xelkê herêmê de bên kirin, ew ê di nav hewildanan de bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin