Di hukumeta Kurdistanê de wezaretekî para Turkmena ye

22 June 2019 19:39 0 dîtin
Di hukumeta Kurdistanê de wezaretekî para Turkmena ye

PeyamaKurd- Li Hewlêra payîtexta Kurdistanê û Kerkûkê gelek partiyên Turkmenan hene ku piraniya wan, di mijarên pêwendîdar de, bi Kurdan re  tevidgerin û bi hev dişêwirin. Bi wê sedemê ku Turkmen jî lş ser axa Kurdistanê perçeyekî ji civakêne, wezîfedarê avakirina hukumeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi heyeteka xwe ve îro seredana leqa Cepha Turkmen ya Iraqê kir û bi wan re hevdîtinekî pêkanî. Di hevdîtinê de behsa avakirina hukumeta Kurdistanê hat kirin û parlementerê Cepha Turkmenan yê Hewlêrê Aydın Marûf ragihand ku dê wezaretekî bidin Turkmenan.

Marûf behsa hevdîtinê ya bi Mesrûd Barzanî û heyeta pêre, bi erênî kir û weha got:

“Gelek girînge ku Cepha Turkmen û Turkmenên herêma Kurdistanê tevlî hukumetê bibin. Pêwendiyên Turkmenan û Cepha Turkmenan bi PDKê re gelek girîngin. Heyet destekê dide Cepha Turkmenan û em ê di nêz de namzetê xwe aşkera bikin.”

Li herêma Kurdistanê 10 roj berê serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî wezîfe dabû Mesrûr Barzanî da hukumeta Kurdistanê ava bike. Mesrûr Barzanî divê di nava mehekî de hukumetê ava bike.

Niha di parlementoya Kurdistanê de 45 parlementerên PDKê, 21 parlementerên YNKê, 12 parlementerên Goran, 8 parlementerên Tevegera Nesal Nû, 7 parlementerên Komelê, 5 parlementerên Yekgirtûya Îslamî, 2 parlementerên lîsta Nûjen û Azad hene. Partiyên ku kota wan hene; 5 parlementer yên Turkmenan û 6 parlementer jî yên Xirîstiyanan e.