Di Lîga Ewropayê de pêsbirkên ewil yên tûra 16 tîmên dawî hatin lîstin
Organîzasyona 2em a di asta tîman ya Ewropayê de pêşbirkên ewil yên tûra 16 tîmên dawî hatin lîstin. Rowanşên pêşbirkan di 15ê Adarê de roja Pêncşemê wê bên lîstin.
Di Lîga Ewropa ya UEFAyê de pêşbirkên ewil yên tûra 16 tîmên dawî hatin lîstin. Di pêşbirkên duh bi şev de tîma Îtalyayê Milan li qada xwe Arsenall kir mêvan. Nûnerê Îngîlistanê di deqeya 15an de bi Henrikh Mkhitaryan ve 1-0 ket pêş dijberê xwe. Beriya qedandina nîva ewil di deqeya 45+4an de Aaron Ramsey rewş kir 2-0. Her çiqas di nîva duyem de tîma xwedîmal ji bo golê hewl da jî ti encam bidestnexist û pêşbirk bi vê skorê ve bi dawî bû.
Olympique Lyona ku li deplesmana CSKA Moskovayê bû bi gola ku Marcelo avêt ve reqîbê xwe 1-0 têk bir. Olympique Lyon ji bo pêşbirka rowanşê avantajek mezin bidest xist.
Di pêşbirka din de tîma elman RB Leipzig bi nûnerê rûsî Zenit St. Petersburgê re hatin hemberî hev. Pêşbirka ku bi têkoşînek dijwar derbas bû nûnerê elman RB Leipzig 2-1 qezenç kir û ji bo rowanşê gavekê ket pêş. Ekîba Portekîzê Sporting Lizbon li qada xwe tîma Çekyayê Viktoria Plzen 2-0 têk bir. Olympique Marsilya ya Fransayê jî li mala xwe Athletic Bilbaoya Spanyayê ezimand û reqîbê xwe 3-1 têk bir. Lazio bi Dinamo Kievê re 2-2 beranber ma.
Tîmên ku wê derbasî fînala Çaryekê bibin, di pêşbirkên 15ê Adarê roja Pêncşemê de bên lîstin wê diyar bibin.
Encamên 8 pêşbirkan û bernameya 15ê Adarê:
Milan (Îtalya) — Arsenal (Îngîlistan): 0-2
Borussia Dortmund (Elmanya) — Salzburg (Awûstûrya): 1-2
CSKA Moskova (Rûsya) — Olympique Lyon (Fransa): 0-1
Atletico Madrid (Spanya) — Lokomotiv Moskova (Rûsya): 3-0
Lazio (Îtalya) — Dinamo Kiev (Ûkrayna): 2-2
Olympique Marsilya (Fransa) — Athletic Bilbao (Spanya): 3-1
Leipzig (Elmanya) — Zenit (Rûsya): 2-1
Sporting Lizbon (Portekiz) — Viktoria Plzen (Çekya): 2-0

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin