Di meha dawî de 3 kolberên Kurd ji aliyê Îranê ve hatin kustin
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê di meha dawî de 3 kolberên Kurd ji aliyê Îranê ve hatin kuştin û 20 kolber jî birîndar bûn.
Li gor Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê ji bo Karûbarên Ewlekariyê Mecîd Mîr Ehmedî da zanîn, wan ferman daye navenda rûbirûbûna qaçaxçîtiyê da ku di nava mehekê de projeyekê ji bo mijara kolberan amade bikin.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê ji bo Karûbarên Ewlekarî Mecîd Mîr Ehmedî eşkere kir, li hin sînoran destûr ji bo kolberan tê dayîn ku li ser rêya destûrî hatin û çûyînê bikin, wek sala 2017an û diyar kir ku wê êrîşa tund li wan kolberên ku rêyên destûrî bikar neyînin, bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin