Mehabad | Hunermendê Kurd Qadir Qadirî koça dawî kir
PeyamaKurd – Hunermendê Kurd ê Qadir Qadirî ku bi hunermendên mezin Hesen Zîrek, Mihemed Mamlê û Seyîd Mihemed Wefayî re jenîna muzîkê kiribû, li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.
Malpera rojhilatî ya bi navê “Haje.com” ragihandiye, îro 16ê Kanûnê danê sibê hunermendê Kurd Qadir Qadirî naskirî bi Qudret Axayî li bajarê Mehabadê koça dawî kir.
Qadir Qadirî jenyarê bi navbang yê neyîkê "şimşal" bû.
Qadirî sala 1927 li Mehabadê ji dayîk bibû û ji hunermendên mezin yên mîna Hesen Zîrek, Mihemed Mamlê, Seyîd Mihemed Wefayî re jenyarî kiribû.
Qadirî ji zarokatiyê ve dest bi jenîna zerb, neyîk, bilûr û zurnayê kiriye û beşdarî gelek festîvalan bûye.
Hunermendê Kurd sê meh bûn ji ber nexweşiyê ketibû nav nivînan ku îro koça dawî kir. Hat diyarkirin ku wê cenazeyê wî li goristana Mehabadê were veşartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin