Rêberê Terîqeta Qadirî: Em wek her dem li pist miletê Kurd in

06 October 2021 13:02 0 dîtin
Rêberê Terîqeta Qadirî: Em wek her dem li pist miletê Kurd in

PeyamaKurd – Rêberê Terîqeta Qadirî di derbarê hilbijatinan de axivî û daxwaz ji aliyên Kurdistanî kir, da ku mafên Kurdan li Bexdayê biparêzin.

Şêx Nehro Kesnezanî ji K24ê re diyar kiriye: “Pêwîst e hemû alî hewl bidin mafên Kurdan biparêzin. Di dema borî hin tişt ji dest çûn, bi hêvî ne bi yekrêziyê bikarin wan vegerînin. Xizmetkirina miltê me girîng e û taca serê me hemûyan e.”

Herwiha daye zanîn: “Em wek terîqeta Qadirî, her dem li pişt miletê Kurd in. Rast e terîqet li ser xaka Kurdistanê hildaye, lê ew ya hemû neteweyan e. Em bi hemû aliyên Kurdistanî re hewl didin mafên hemû olan li Kurdistanê parastî be.”

Rêberê Terîqeta Qadirî destnîşan kiriye: “Em piştevaniya her kandîdekî ku bikare xizmeta miletê me çi li ser asta Kurdistanê û çi li ser asta Iraqê bike dikin.”