Nêçîrvan Barzanî bi Sêxê Terîqeta Qadirî Kesnezanî re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 10ê Mijdarê pêşwazî li Rêberê Tarîqata Qadirî Şêx Nehro Muhemed Ebdulkerîm Kesnezanî û şanda ligel wî kir.
Di civînê de behsa erkê giran ê Şêx Nehro û rola Sûfizmê di miyanrewî û derkirina ji tundûtîjîya olî de hat kirin.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî û serxweşiyên xwe ji bo koça dawiyê ya şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî, bavê wî û rêberê berê yê Terîqeta Qadirî Kesnezanî kir û hevxemiya xwe bi wî, malbata wan û mirûd û şêxên tarîqetê re nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha behsa rola girîng a Sûfizmê di miyanrewî û netundûtûjî û dûrketina ji tundiya olî, pêkvejiyan, lêborîn û qebûlkirinê de kir û di wê derbarê de behsa erkê giran ê Cenabê Şêx û Terîqetê kir û pêzanîna xwe ji bo pêgeh û rola Şêx û Terîqetê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Şêx Nehro Kesnezanî, ji bilî kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina xwe bi rêzdarî re nîşan da, amaje bi niyaz û amadekariyên xwe ji bo lidarxistina konferansekê derbarê Sûfîtiyê de kir ku tê de tekezî li peyama nerm, miyanrew û netundûtûjîyan bê kirin û ji her cihekî mêvanan ji bo wê bêne vexwandin. Serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hemû piştevanî û alîkarîyên xwe û Serokatîya Herêma Kurdistanê jî jê re da nîşandan.
Hat ragihandin ku di civînê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên olî Dr. Piştîwan Sadiq jî amadehî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin