Sêxê Terîqeta Qadirî: Hilwesandina rejîma Îranê erka ser’î û wacîbata her bawermendî ye
PeyamaKurd – Rêberê Terîqeta Qadirî ya li Rojhilatê Kurdistanê Dr. Şêx Hesen Haşimî ku kurê Şêx Hadî Sole Dolaw e, piştgirî da xwepêşandanên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne û banga hilweşandina rejîma Îslamî ya Îranê kir. Dr. Şêx Hesen Haşimî got, hilweşandina rejîma Îslamî ya Îranê erkekê şer`î û wacibata her bawermendî ye.
Şêx Hesen Haşimî di bangewaziya xwe de diyar kir ku armanca wan herifîna rejîma Îslamî ya Îranê ye û ew ê piştevan û hevkarê hizbên Kurdistanê bin, ji bo ruxandina rejîmê û hemû hewlan jî bidin.
Şêxê terîqeta Qadiriye, piştgiriya xwe bo hemû hizb û partiyên Kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl ragihand û daxwaz ji welatiyan kir, du dil nebin û bi yek dilî û hevahengî ruxana wê rejîmê bileztir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin