Hunermendê Kurd Qadir Siyahî koça dawî kir
PeyamaKurd – Hunermendê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Qadir Siyahî, ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Hat zanîn, şeva borî hunermendê Kurd Qadir Siyahî li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê bi sedema krîza dil koça dawî kir.
Qadir Siyahî di sala 1943yan de li bajarê Mehabadê ji dayik bibû, lê çend sal bû mala xwe biribû bajarê Xoyê.
Qadir Siyahî ji bilî gotina stranan, karê aranjortî û jeniyariyê jî dikir.
Beşek ji berhemên hunermendê Kurd Qadir Siyahî ev in:
Toy Qisey Îşqim, Gulî Mehabadî, Yarekem Çawî Şîne, Toy Nazenîn, Nexoş û Mestî, Yadim Ke, Carê Were, Dua Dekem, Amînê, Eger Rojêk Feramoşim Key.
Yek ji stranên Qadir Siyahî - Toy Qisey Îşqim

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin