Hunermendê Kurd Seîd Yûsif koça dawî kir
PeyamaKurd - Hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Seîd Yûsif ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji ber nexweşînê tedawî dibû, îro 26ê Sibatê di 73 saliya xwe de çû ser dilovaniyê.
Malbata Seîd Yûsif ragihand ku îro beyaniyê Seîd Yûsif li nexweşxaneyeke Stenbolê ku tedawîya wî dihat kirin, wefat kiriye.
Biryar e cenazeyê Seîd Yûsif bo Qamişlo were veguheztin û li wir bi merasîmekê bo axê were spartin.
Seîd Yûsif ku wekî Mîrê Biziqê tê naskirin di sala 1947an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û nêzî 50 sal in bi hunera Kurdî re mijul e. Bi sedan stranên wî yên nejibîr di nav gel de belav bûne û têne hezkirin.
Seîd Yûsif sala 1973an bi hunermendên mezin ên Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şêxo û Mehmûd Ezîz Şakir re li Beyrûdê Koma Newroz damezirandibû û herwiha ew wekî kesê yekem ê ku amûra bizqê derbasî herêma Cizîrê kiriye tê naskirin. Wî navê Mîrê Bizqê jî ji biziqjenê Sûrî yê navdar Mihemed Ebdulkerîm wergirtibû.
Seîd Yûsid di dîroka xwe ya hunerî de gelek xelat û nîşan ji dezgeh û welatên cuda ên cîhanê wergirtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin