Hunermendê navdar Seîd Yûsif û malbata wî îro mêvanê Zaxoyiyan e

29 February 2020 00:11 0 dîtin
Hunermendê navdar Seîd Yûsif û malbata wî îro mêvanê Zaxoyiyan e

PeyamaKurd- Ev 3 meh û nîv zêde ye ku hunermendê Kurd yê navdar û hem mîrê biziqa dinyayê mamoste Seîd Yûsif li nexweşxaneyeka bajarê Îstenbolê bi pençeşêra singî re têdikoşiya. HUnermendê navdar mixabin jiyana xwe ji dest da û îro cenazê mamoste Seîd Yûsif û ferdên malbata wî,bi keç û kurên wî de, bi balafirê ji Îstenbolê hatin balafirgeha bajarê Şirnexê.

Cenaze ji bajarê Şirnexê birin bo bajarokê Zaxo yê û li ser Pira Delal a ser rûbarê Xêbûrê bi fermana serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê Sendîka ya Hunermendên Kurdistanê de bo wî merasim hat çêkirin. Di merasimê de hunermendê Kurd Bilind Îbrahîm peyama serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwend. Naveroka peyamê bi kurtî ji aliyê hunermend Bilind Îbrahîm de bo çapemeniyê weha hat ragihandin:

“Ew gotar bo hemû hunermendan, bo me girîng bû. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de behsa girîngiya rola hunermendên Kurdistanê û bi taybetî behsa hunera Seîd Yûsif kir. Ew keda ku Seîd Yûsif kirî û ew xizmeta ku bo hunermendên Kurdan kirî, gelek bilind nirxand. Hemû hunermend texsîratê nekirin. Sibê cenaze diçe Kurdistana Rojava. ”

Gelek kes tevlî merasima Seîd Yûsif bûn. Malbat, kes û nasên wî û hezkiroxên wî di merasimê de bûn. Hunermendên ku ji 4 perçên Kurdistanê, li wê derê amade bûn, tevlî merasimê bûn. Cenaze îşev li nexweşxaneya dewletê ya Zaxo yê dimîne û dê sibê cenaze bi malbatê ve derbasî Binxetê bikin û li bajarê Qamîşloyê, piştî merasimekî bispêrin axê.

Ji deriyê Îbrahîm Xelîl aa Kurdistanê heya Pira Delal ciyê ku lê merasima cenazayê Seîd Yûsif hat kirin, ji aliyê hêzên asayîşa Kurdistanê de bi kontroleka zêde hat parastin.