Malbata Seîd Yûsif ji bo sandina cenaze bo Qamislo alîkariyê dixwaze

26 February 2020 17:15 0 dîtin
Malbata Seîd Yûsif ji bo sandina cenaze bo Qamislo alîkariyê dixwaze

PeyamaKurd – Hunermendê navûdengî yê Kurd Seîd Yûsif îro 26ê Sibatê li nexweşxaneyeke Stenbolê ku ji ber nexweşîna penceşêrê dihat dermankirin, koça dawî kir.

Piştî wefata Seîd Yûsif malbata wî dixwaze cenaze veguhêze bajarê lê jidayik bûye Qamişlo, lê ji ber bêderfetiyê niha malbat nizane çi bike.

Li gorî nûçeya Abdulhakim Gunaydin ya malpera Independent Tirkî, zavayê Seîd Yûsif Esad Daş gotiye, niha cenazeyê Seîd Yûsif bo morga nexweşxanê hatiye rakirin, ew dê wî bişînin Qamişlo, lê derfetên malbatê tune ne.

Zavayê Seîd Yûsif bangewaziya alîkariyê bo karûbarên veguheztina cenazeyê xezûrê xwe kiriye û diyar kiriye ku pêwîst e hemû destûrên derxistina derveyî Tirkiyê bo cenaze bên derxistin û li bajarê ku jê pir hez dikir were defin kirin.

Hunermendê Kurd Seîd Yûsif koça dawî kir