Malbata Duhokî cenazeyê kurê xwe yê li Garê hatibû kustin wergirt

22 February 2021 19:33 0 dîtin
Malbata Duhokî cenazeyê kurê xwe yê li Garê hatibû kustin wergirt

PeyamaKurd – Di encama operasyona 10-14ê Sibatê ya artêşa Tirkiyê bi ser devera Garê de, termên 13 dîlên di destê PKKê de bo Tirkiyê hatibûn anîn ku navê yekî ji wan nehatibû tesbîtkirin. Piştî lêkolînên Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê diyar bû ku ew termê xortekî Duhokî yê bi navê Cotyar Muhsîn e ku PKKê bi tohmeta sîxurtiyê ew salek berê girtibû.

Ji 13 kesan 12 kesên hatibûn kuştin ku PKKê û Tirkiyê hevdu bi kuştina wan tawanbar dikin, dîlên leşker û polîsên tirk bûn. Lê belê kesek nehatibû teşhîskirin ku Saziya Dadweriya Pizîşkî ya Meletiyê ragihand ku navê wî kesê din Cotyar Muhsîn e û ji Duhokê ye.

PKKê ciwanê kurd Cotyar Muhsîn bi tohmeta sîxuriyê girtibû ku dema operasyona Garê can daye.

Bavê Cotyar Muhsîn, Muhsîn Siyare ragihandiye ku şeva borî ew gihîştine Meletiyê û wan li ser cesed lêkolîn kiriye û piştî testên DNAyê piştrast bûne ew kurê wan e ku bi guleyekê hatiye kuştin.

Muhsîn Siyare ji Rûdawê re diyar kiriye ku piştî proseya karên fermî ew ê cenaze bînin Duhokê û bisipêrên axê û gotiye: “Kurê min hê pir ciwan bû, xwedê mafê wî bistîne, ji ber ku me zilmeke mezîn dît.”

Baskê leşkerî yê PKKê HPG bi hinceta sîxurtiya bo MÎTa Tirkiyê,  ew ciwanê ji Amêdiyê yê bi navê Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye, 29ê Çileya 2020an girtibû.

Piştî girtina wî dayika Cotyar, Leylîxan Mihemed daxwaza berdana kurê xwe ji PKKê kiribû û gotibû: “Ez hêvî dikim ji PKKê ku kurê min berde. Hêvî û ricayê dikim ku kurê min berdin. Kurê min çi nekiriye, wellehî bi hîle ew birine. Jê re gotine, were em dê biçin geştê û bi hîle birine. Bi vê pîlanê kurê min ê biçûk birine.”

Herwiha bavê Cotyar, Mushin Hisên dabû xuyakirin: “Roja 29ê meha yekê (sala 2020), telefonek jê re hatiye û gotiye ez doktor im û were em biçin geştê bo nav berfê. Paşê derketiye ku PKKê ew desteser kiriye. Em nizanin guneha wî jî çi ye. Paşê bi rêya kanalên taybet ji me re gotin, ku ew li cem me ye û hatiye desteserkirin, em lidûvçûnan dikin û di nava 2-3 rojan de em dê berdin. Ew bû 97-98 roj ku hatiye desteserkirin. Em daxwaza azadkirina wî dikin.”