Malbata Mihemed Silêman hûrgiliyên revandin û êskencekirina kurê xwe ragihand
PeyamaKurd – Malbata Mihemed Silêman, bi daxuyaniyekê revandin û êşkencekirina kurê xwe ji aliyê hêzên asayîşa PYDê ve eşkere kir.
Malbatê di daxuyaniyê de diyar kir; roja 1ê Tîrmeha 2021ê, di saet 04:00ê sibehê de komek ji hêzên asayîşa PYDê li bajarê Kobanî girtine ser mala Mihemed Silêman û bi awayekî hovane ew birine girtîgeheke taybet.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin; piştî çar rojan ji ser wendabûnê, agahiya wî hatiye ku di bin çavdêriya tund de ew birine Nexweşxaneya Emelê, ji ber ku rewşa wî ya tendirustiyê gelek xerab bûye, tevî ku ti nexweşiyeke Mihemed Silêman tune bûye.
Malbatê da zanîn, Mihemed Silêman rastî êşkenceyê hatiye, laşê wî hatiye şewitandin û ava kelandî li ser bedena wî hatiye rijandin.
Herwiha malbata Mihemed Silêman bang li hemû rêxistinên navdewletî û mafên mirovan û partiyên Kurdî û Kurdistanî dike ku demildest ji bo rizgarkirina kurê wan hewl bidin, da ku rewşa wî ya tendirustiyê bêhtir xerab nebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin