Meytê dengbej Mihemedê Nenyasî di bin xirbeyan de hat dîtin: Hemû malbata wî jiyana xwe ji dest dan

16 February 2023 13:29 0 dîtin
Meytê dengbej Mihemedê Nenyasî di bin xirbeyan de hat dîtin: Hemû malbata wî jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Meytê dengbej Mihemedê Nenyasî (Mehmet Tanrıverdi) yê ku li Diyarbekirê ku yek ji 10 parêzgehên erdhejê lê çêbûbû di bin xirbeyan de hat dîtin. Berê jî meytê hevjîna Tanriverdî û 3 zarokên wî hatibû derxistin.

Li Diyarbekira ku yek ji 10 parêzgehên ku ji erdheja Mereşê ku wek felaketa herî mezin a dîroka Komarê tê binavkirin, xebatên lêgerîn û xelaskirinê gihîştin qonaxa dawî. Navenda Karsaziya Diyar Galeria ya Yenîşehîrê jî di erdhejê de hilweşiya. Di avahiyê de dengbêjê navdar ê bajêr Mihemedê Nenyasi (75), hevjîna wî Serwet, keçên wî Nermîn û Ayfer û kurê wî Yunus Tanriverdî jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyê jin û zarokên Nenyasî yê bê can di 13ê Sibatê de hatibû dîtin. Do jî cenazeyê Nenyasî hat derxistin. Dengbêj Cemal Tanrıverdi, birayê Nenyasî, ji roja ewil a erdhejê ve li ber xirbeyan bû.

Hevalê Dengbej Nenyasî Dengbêj Mehmet Tepe jî ji bo hevalê xwe şîn kir û got, "Di jiyana xwe ya 70-80 salî de wî u carî rojeke xweş nedît."