Îsraîl: 4 dîlên din jî mirin û meytên wan di dest Hemasê de ne
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku 4 dîlên din ên Îsraîlî yên ku di 7ê Cotmehê de ji aliyê Hemasê ve hatibûn revandin canê xwe ji dest dane û termên wan di destê Hemasê de ne.
Artêşê ragihand ku ew çar kesên canê xwe ji dest dane, kesên bi navên Haim Perry, Yoram Metzger, Amiram Cooper û Nadav Popplewell in.
Di daxuyaniya artêşê de wiha hat gotin: "Artêşê ji malbatên Haim Perry, Yoram Metzger, Amiram Cooper û Nadav Popplewell re ragihand ku ew êdî ne sax in û cenazeyên wan li Xezeyê di destê Hamasê de ne."
Hate zanîn ku di vîdeoyên ku Hamasê beriya niha weşandibû de ev 4 kesên navborî bi awayekî zindî têne dîtin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku artêş di her agirbesta li Xezzeyê û berdana dîlan de ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye lihevkirin, dikare ewlehiya Îsraîlê misoger bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin