Îsraîl: Du dîlên di destê Hemasê de hatin rizgarkirin

12 February 2024 14:39 0 dîtin
Îsraîl: Du dîlên di destê Hemasê de hatin rizgarkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê, di operasyoneke ku li Refaha li başûrê Xezzeyê pêk anî de 2 dîlên ku di destên Hemasê de bûn rizgar kirine.

Hemasê di êrişa 7ê Cotmeha sala borî de bi şêweyeke berfireh êrişî Îsraîlê kiribû û di bi sedan welatiyên Îsraîlê kuştibû û bi sedan jî dîl girtibû.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyoneke ku hêzên wan li başûrê Xezzeyê li navenda Refahê pêk anîne de 2 dîlên ku di destê Hemasê de bûne hatine rizgarkirin. Artêşê da zanîn ku herdu dîlên hatine rizgarkirin ji bo nexweşxaneyê hatine arastekirin û diyar kir ku rewşa tendurustî ya dîlan baş e.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Richard Hatch diyar kir ku dîlên hatine rizgarkirin Fernando Simon Marmanê 60 salî û Wolos Harê 70 salî ne û got ku Fernando Simon Marman û Wolos Har, di 7ê Cotmeha 2023an de li bajarê Nir Ishaq yê nêzîkî Xezeyê, ji aliyê Hamasê ve dîl hatibûn girtin.

Hatch di derbarê operasyonê de jî agahiyan parve kir û diyar kir ku operasyon li gor demjimêra Îsraîlê di 01:00ê şevê (Li gor demjimêra Kurdistan 02:00yê şevê) hatiye destpêkirin.
Berdevkê artêşê Richard Hatch got ku "herdu dîl li navenda Refahê, di qata duyemîn a avahiyeke niştecihan hatine rizgarkirin."