Cenazeyê Seîd Yûsif ji Stenbolê diçe Hewlêrê, ji wir derbasî Qamislo dibe
PeyamaKurd - Hunermendê Kurd ê bi nav û deng Seîd Yûsif ku doh 26ê Sibatê li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kir, li ser wesiyeta wî dê cenazeyê wî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku lê ji dayik bûye bê veşartin.
Piştî ku malbata Seîd Yûsif ji bo veguheztina cenaze daxwaza alîkariyê kir, hat ragihandin ku dê cenaze bi balafireke taybet a Herêma Kurdistanê ji Stenbolê bo Hewlêrê were veguheztin û ji wir jî bo Qamişlo were birêkirin.
Herwiha Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê jî doh piştî wefata Seîd Yûsif bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew dê erka xwe ya pêşwazîkirina cenaze û karûbarên şîna hunermendê Kurd bicih werînin.
Li gorî daxuyaniyên malabata Seîd Yûsif, ew ji ber nexweşîna kanserê tedawî dibû û di meha kanûna 2019an de jî emeliyata bawesîrê bûye. Piştî emeliyetê bi hefteyekê li mala xwe ya Stenbolê enfeksiyon girtiye û ji ber wê jî 67 rojan di beşa giran a nexweşxaneyê de maye ku doh danê sibê jî koça dawî kir.
Malbata Seîd Yûsif jî piştrast kir ku wê cenaze pêşî bo Hewlêrê bê veguheztin û piştre jî li Qamişlo bispêrin axê.
Hunermend Seîd Yûsif ku di 73 saliya xwe de ji nav me bar kir, 50 sal in bêhtirî 800 stran çêkirine û bi deng û awaza xwe ye nejibîr xizmeteke giranbiha ji bo kultur û muzîka kurdî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin