Li Rihayê dadgehê bo cenazeyê Seîdê Kurdî biryareke nû da
PeyamaKurd – Bo cenazeyê Seîdê Kurdî yê winda, Baroya Rihayê di 12ê Tîrmeha 2017an de, serî li Parêzgariya Rihayê dabû û daxwaz kiribû arşîv û belgeyên heyî, radestî wan bike. Parêzgariya Riha, ji du salan pêv, roja 18ê Avrêla 2019an bersiv da û diyar kir, tu belge û agahî di arşîva wan de tune ye.
Piştî ev daxwaz hat redkirin, Baroya Rihayê vê carê li 1emîn Dadgeha Îdarî doz vekir, lê dadgehê bi sedema mafê baroyê bo vekirina dozeke wisa tune ye, doz red kir.
Li ser vê vê yekê parêzer Murat Aydeniz û Nurullah Kuçukoglu ev biryara betalkirina dadgehê bir cem Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê. Vê dadgehê biryara Dadgeha Rihayê şaş dît, xwest ew dadgeh careke din dozê veke, loma daxwaza parêzeran şand ber 1emîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê.
Dadgeha Herêmî ya Dîlokê, di biryara xwe de got baro saziyeke raya giştî ye, di heman demê de parêzvana mafê mirovan e, sûcên ku tê îdîakirin li hemberî kesek an hin kesan hatine kirin dikare li ser navê wan dozê veke.
Dadgehê ji 1emîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê xwest biryara xwe betal bike, dozê ji nû ve bigire dest. Niha doz dê dîsa here Dadgeha Rihayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin