HDPê ji bo cihê Seîdê Kurdî wefat kiriye bibe muzexane pirsnameyek pêskes kir
PeyamaKurd - Parlamentera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu ji bo ku odeya otela Îpek Palas a alimê Kurd Mele Seîdê Kurdî lê wefat kiriye bibe muzxane û cihê termê wî bê lêkolînkirin pirsnameyek da parlamentoya Tirkiyê.
Ayşe Surucu ragihand: “Di serî de Riha, hêviya raya giştî, ew e ku Otela Îpek Palasê ya ku zanyarê îslamê yê Kurd Seîdê Kurdî lê wefat kir, bibe muzeyek. Me daxwaza di derbarê tepîtkirina cihê gorê û otêla ku li Rihayê ye bibe muze, anî rojeva parlamentoyê.”
Ayşe Surucu ji bo Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay bersivê bide ev pirs kir “Di derbarê gora Seîdê Kurdî de agahî di destê we de heye? Eger agahî tinebe hûn ê lêkolînekê bikin? Hûn ê odeya otêlê ya ku Seîdî Kurdî lê wefat kiriye bikin muze? Di derbarê vê mijarê de hûn ê daxuyaniyekê bidin raya giştî?”
Parlamentera HDPê di pirsnameya xwe de got: “111 roj piştî wefata Seîdê Nûrsî, gora wî ya ku li kêleka Mizgefta Dêrgayê aliyê qiblehê hatibû şikandin û bi destê dewletê termê wî hatibû derxistin û niha ne diyar e ku li ku derê ye. Odeya Otêla Îpek Palasê ya li navenda Rihayê, ku Seîdê Nûrsî lê wefat kir, niha wekî mescîda otêlê tê bikaranîn. Li Rihayê ya ku olên cihêreng di şaristaniya xwe de daye jiyandin, lêkolîna cihê gora Seîdê Nûrsî û veguheztina odeya ku lê wefat kirye bikin muze, di aliyê civakî de wê wijdanan rihet bike. Di vî warî de, pêwîste ku lêkolînên pêwîst bên kirin û gavên pêwîst bavêjin ku bi sedsala 21an dikeve.”
Mele Seîdê Kurdî ku bi nasnavê Bedîuzzeman Seîdê Nursî tê naskirin, di 23yê Adara 1960an de di odeya 27an a Otêla Îpek Palasê ya Rihayê de koça dawî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin